
Merasîma dawetê ya ku li qadê Mîtîngê ya Parka Newrozê hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Mehmet Ekîncî derbarê merasîma zewacê de diyar kir bêhejmar feydeyên zewacê hene û zewac di dînê Îslamê de ji wan amelên bi xêr amelek e.
Ekîncî di berdewama axavtina xwe de hedîsa pêxemberê ya derheqê zewacê de di bîran xist û diyar kir zewac însan ji heramê mihafeze dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir “ Zewac amelek e wisa ye ku cihê wî ya di Îslamê de girîng û muhîm e. Di zewacê de him ji bo fedan û him jî bo civakê gelek feyde hene. Ew feyde nîmetên Îlahî ne û dibin wesîle ku însan saadeta dinyay û axretê qezenc bike. Zewac însan ji heramê mihafeze dike. Pêxemberê me teşwîqî zewacê kiriye û ew bi xwe jî zewiciye.”
Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl jî derheqê merasîma zewacê ya ku hatiye tertîpkirin de diyar kir ew di bergeha projeya ku ew dane destpêkirin de ji 44 keç û xortan re alîkariya cihazê kirine û ew di demeke wisa xirap de ji zewaca keç û xortan re destdayînê wek wezîfeyekê dibînin.
Zavayên bi navê Abdurrahman Aslan û Yakup Akarsu ji ber merasîma ku hatiye tertîpkirin kêfxweşiyên xwe anîn zimên û ji Yetîm-Derê re teşekur kirin.
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder