
Yapicioglu di berdewama peyamê de balan kişand li ser êş û elemên ku ji ber şerên navxweyî yên di alema Îslamê de tên kişandin û dû re wiha got: “Em di cografayaya Îslamê ya ku lê tevlîhevî, îşxal, şerên navxweyî û zilm lê berdewam dikin de dikevin eydeke din ku em huzna vê yekê dijîn. Hêza mayî ya Mislimanên ku ji ber tefrîqayê bêhêz bûne li hember birayê xwe bi kar tînin, ku ev yek musîbeta herî mezin a li ser serê ummetê ye. Rebbê me ji me re wehdetê ferz kiriye û em wek Wî tevnagerin ku îro em bi şikleke herî giran êşa vê yekê dikşînin. Gelo çima ev halê ummetê ya perîşan û bi elem me nayênî xîrêtê? Naxwe ev hal hêviyên me ji holê rakir? Pêwîst e rojeva ku neyê guherîn a Mislimanan esasên biratiya Îslamê û yekîtiya Mislimanan be.”
Yapiciogluyê ku eyda temamê Mislimanan pîrozû tebrîk kir di dawiya peyama xwe de wisa got: “ Ez di serî eyda wan kesên ku ji bo farizaya hecê çûne axên pîroz, ya wan kesên ku ji bo hakimbûna Îslamê xebitîne û ji ber vê yekê di girtîgehan de tên girtin û bûne muhacir, ya wan malbatên kesên ku di oxira Îslamê de canê xwe feda kirine û şehîd bûne û bi tevahî ya temamê Mislimanan pîroz û tebrîk dikim. Ez hêvî dikim ku ev eyd bibe wesîleya xelasbûna tefrîka û îşxalên di nav alema Îslamê de û bibe wesîleya wehdeta Mislimanan.”
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder