Yapicioglu derheqê Arakanê de daxuyanî da

Yapicioglu derheqê Arakanê de daxuyanî da
DIYARBEKIR-Weke ku tê zanîn çawa ku ji mêj ve li Arakana Myanmarê êrîşî li Mislimanan tên kirin îro jî bi heman awayî êrîşên çeteyên Budîst û hikûmeta Myanmarê li hember Msilimanan berdewam in. Di van êrîşên ku tên kirin de mal tên şewitandin, zêc û zarok, ciwan extiar, biçûk û mezin çi qas Misliman hebin bi şikleke wehşîyane û hovane ji teref çeteyên budîst û endamên artêşê ve hatin qetilkirin. Ji ber vê qetlîama ku tê kirin bi hezaran Mislimanan hatin qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî ji naçarî warên xwe terk kirin.

Ji vê qetlîam û jenosîda ku li Arakanê ji teref çeteyên Budîst û hikûmeta Myanmarê ve li hember Mislimanan tên kirin re bênavber bertek didomin. Di vê bergehê de bertekek jî ji teref Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê hat.

“Ger em nizanibin bibin yek ew ê kirina zilmê bidomînin”

Yapicioglu di daxuyaniya ku derbarê mijarê da de destîşan kir ev demek dirêj e ku ev drama Mislimanên Rohîngyayî û Arakanî berdewam dike  û di nav van çend rojên dawî de nêzî 3 hezar Misliman bi şikleke hovane û wehşîyane hatin qetilkirin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên ku belavbûn û parçebûna ummetê ji xwe re wek firsetê dibînin ji xwe re beîsê nabînin ku êrîşî axên Îslamê bikin û zilmê li Mislimanan bikin. Lewra di vî warî de tu kesê ku rabe ser piyan û derkeve pêşiya wan tuneye. Ger em nizanibin bibin yek ew ê kirina zilmê bidomînin. Divê ewladên ummetê dev ji tefrîkayên di nav xwe de berdin û bibin yek. Ji bilî alema Îslamê ji wan welatên din hêvîkirina nîşandana bertekê  ne dirist e.”

“Ger em milyar û 700 milyon Misliman bibin yek…”

Yapicioglu herî dawî diyar kir rêya xelasbûna ji tefrîkayan ji wehdetê derbas dibe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ger em milyar û 700 milyon Misliman bibin yek, ew ê wê demê dewleta herî bi hêz a dinyayê jî dema ku li quncikekê dinyayê kir ku tiştekî di warê îhlalkirina heqan de bike ew ê pêşî bibêje ‘Ew ê Misliman çi bibêjin?’”

ÎLKHA

Yorumlar