Li Bismilê qeza: 4 kes birîndar û 25 mih jî telef bûn

Li Bismilê qeza: 4 kes birîndar û 25 mih jî telef bûn
DIYARBEKIR-Hat ragihandin li Taxa Tepeya Bismilê derdora seat 19.00an de qamyoneta bi plaqeya O1 AHK 86 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn ket nava keriyê pez a Ferîd Yildiz.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesên di nava qamyonetê de birîndar bûn û keriyê pez jî 25 mih telef bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Piştî ku rê ji mihên ku telefbûne hat paqijkirin re rê ji trafîkê re hat vekirin.

ÎLKHA

Yorumlar