
Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Oğraş derbarê mijarê de agahî da û destnîşan kir ku ew ê di 20 rojên ewil ên meha Mijdarê de cur bi cur bername û fealiyetan lidarbixin.
Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Oğraş îfade kir ku ew her sal jiyana 3 sehabiyên zilam û 3 sehabiyên pîrek teblîx dikin. Oğraş da zanîn ku îsal ew ê jiyana Hz. Osman, Sad Bin Ebu Vakkas, Selman-î Farîsî, Muaz Bîn Cebel, Hz. Fatima, Ummu Eymen û Ummu Habibe teblîx bikin.
Oğraş bi bîr xist ku wan wek platformê, meha Mijdarê wek meha sehabiyan îlan kiriye û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Ev 3ê sal in ku me wek Platforma Evîndarên Pêxember meha Mijdarê wek meha sehabiyan îlan kiriye. Digel me jiyana 4 xelîfeyan vegotinbû jî em her sal jiyana 3 sehabeyên zilam û 3 sehabeyên pîrek jî teblîx dikin. Em ê îsal ji xulefayên raşîdîn jiyana aşiqê Quranê, tîmsala heyayê, Hz. Osman û jiyana sehabeyê hê li heyatê bû mizgîna cennetê jê re hatiye dayîn, xalê Pêxemberê me Sad Bîn Ebû Vakkas (r.a.) û ew kesê Hebîbê Xweda ji bo wî gotibû ‘Xwedayê Teala xusûsî ji min xwest ez ji çar sehabiyan hez bikim ji wan 4an yek jî Selman-î Farîsî ye, disa Resûlê Xweda ji bo wî gotibû kesê herî zêdetir helal û heramê dizane Muaz Bîn Cebel wê bê vegotin. Ji sehabeyên pîrek em ê jiyana dayika me û qîza Pêxemberê me Hz. Fatima (r.a) û jiyana wê kesa herî pir li nêzîkî pêxemerê me jiya ye û ew kesa Pêxemberê me (s.a.v) jê re digot diya min Ummu Eymen (r.a) û jiyana dayika muminan ya ji mislumanên ewil û ew kesa hîcetî Hebeşîstanê kiribû Ummu Habibe razîbûna Xweda li ser wan be”.
Oğraş da zanîn ku teblîxkirina jiyana sehabeyan a ku ji teref wan ve tê kirin ne ewil e û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Birastî di meha Mijdarê de ev ne sala ewil e em jiyana sehabiyan teblîx dikin. Ev sala me ya sêyemîn e, em di meha Mijdarê de bername û fealiyet jiyana sehabiyan li komeleyên xwe û li gelek qadên girtî li dar dixin. Di vê wateyê de berî niha me biryaran dabûn wê bernameya heyata sehaban di serê meha Mijdarê de bên çêkirên, lê ji ber Bernameyên Wîladeta Pîroz em ê bernameyan heta 20ê Mijdarê li dar bixin. Ji niha de ez hemî gelê me û Evîndarên Pêxember dawetî van bernameyan dikim û dixwazim xelkê me li kargeh û malên xwe bixwînin û bidin xwendin.”
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder