Alimên herêmê dê bo Qudsê bicivin

Alimên herêmê dê bo Qudsê bicivin
DIYARBEKIR-Piştî ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump qerara naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlan kir  re ji qerarê re gelek bertek hatin nîşandan û xwepêşan hatin lidarxistin. Di bergeha vê qerara ku ji teref şeytanê mezin Amerîka ve hatiye dayîn de ew ê li Diyarbekirê bi beşdarbûna alimên herêmê ji di pêşîvantîya Îttîhadul Ulemayê de civînek bê tertîpkirin da ku girîngî û ehemîyeta Qudsê ya di alema Îslamê de cardin bê nîşandan.

Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Muhammed Ozer derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û got: “ Em ê wek Îttîhadul Ulema di heftîyên pêş de bi beşdarbûna ulemayê herêmê û rîspîyan civîneke berfireh bê tertîpkiirn. Bo vê civînê pêşcivînek hat kirin û qerar hatin girtin. Dema ku me dîroka civînê diyar kir em ê bi çapemenîyê re parve bikin. Em ê temamê aliman vexwînin vê civînê. Biya min ger yekîtîya aliman çêbibe dê di nav ummetê de hessasîyata li hember Qudsê baştir bibe.”

Endamên Îttîhadul Ulemayê yên bi navê Abdurrahman Ozekîncî û Fesîh Memîş jî derbarê mijarê de diyar kirin Quds ne tenê doza Ereb û Fîlîstînîyan e, ya temamê ummetê ye.Divê Quds di her derdor û meclîsê de bê vegotin.

ÎLKHA

Yorumlar