
Min ji van îmzeyan 500 hebî da Qeymeqamtîya Baxlarê û 500 hebî jî da Serokê Şaredarîya Baxlarê. Piştî heftîyek ji ser re derbas bû dîsa ez çûm şaredarîyê. Lê belê bi talîmata serokê şaredarîyê zabita êrîşî min û heyeta digel min kirin û nehştin em têkevin şaredarîyê. Serokê şaredarîyê ji me re got ‘ Pazar a min eî qerar a min e, ez tu kesî nas nakim, dê cardin li wê derê Pazar neyê vekirin.’ Dîsa ez çûm ba Qeymeqamê Baxlarê û min probleman jê re got, wî jî ji min re got ‘Em ê ji te re û ji xelkê xwe bibin alîkar.’ Lê belê ev bû mehek ku hêj Pazar nehatiye. Pazarva n hatin vê derê, lê bi hatina wan zabita êrîşî wan kirin. Millet mexdûr bûye.”
Altun di dawîya axavtina xwe de diyar kir piştî ku pazar ji wê derê hat rakirin re kesên sewze û fêkîyan difiroşin firingîyên bi lîreyekê bi 4-5 lîreyan difiroşin. Altûn dû re bang li walî kir da ku ji wan re bibe alîkar.
Rayedarên Şaredarîya Baxlarê yên ku me derheqê mijarê de bi wan re hevdîtin kir derbarê mijarê de diyar kirin ji ber taleba ku ji teref Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Bajêr ve ji Qeymeqamtîya Baxlarê hatiye kirin ku Pazar bê rakirin û ji ber vê yekê jî pazar hatiye rakirin.
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder