
Malbata Îkram Adîyaman derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re agahî da û diyar kir Îkram bavê 5 zarokan bû û bi malbata xwe ve girêdayî bû û dû re wiha got: “Îkram di halê xwe de bû û bi tu kesî re hisûmeta wî tunebû. Ev çend roj in cihekî ku me pirsa wî lê nekiribe nema. Me pirsa ji nexxweşxanê û polêsan kir, lê ji tu xeber tuneye.Em ji rayedaran alîkarîyê teleb dikin.”
Hat hînbûn Îkram Adîyamanê ku karkerê înşaatê ye berî vê 3 rojan di derdora seat 10.00an de ji mala xwe derket û ji wê rojê ve jê xeber nayê standin û telefona wî jî girtîye.
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder