
Xelk eleqeyeke mezin nîşanî bernameya bîranînê da. Îsmaîl Fakîrullahê Miftîyê Navçeya Sûra Diyarbekirê di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û diyar kir ger em bixwazin axretê qezenc bikin divê em digel îbadetan heyata xwe weke ku Xweda ji me xwestiye bidomînin.
Fakîrullah di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir "Ger îro di heyata me de, di perwerdehîya me de, di karê me de û di xwarina me de pêşanî ya axretê bana ew ê îro ew qas însan ne di girtîgehan de bana, dê dinya ew qas pîs nebûbana; ew ê di dêla wê de xweşikayî hebana. Kirina nimêjê, girtina rojîyê, dayîna zikatê çi qas îbadetek bin qezenca helal jî bi qedr û qiymet e. Ustad Bedîuzzeman di berhemên xwe de ji me re qala qezenca helal dike ka qezenca helal çi qas bi qedr û qiymet e, dîsa ji me re nîşan daye, ger hûn dixwazin exretê qezenc bikin divê digel îbadetên wê heyata we ya ticaretê jî weke ku Xweda xwestibe.”
Piştî axavtina Fakîrullah, melayê Mizgefta Bedîuzzeman axavtinek kir. Mela Nedîm Sari destnîşan ku bes armanceke Seîdê Nûrsî hebû û wê armanca wî ji devê wî wisa got: “Bes armanceke min heye, ew jî di wexteke ku ez nêzî qebrê bûme de, li vî welatê ku memleketê Îslamê ye, em dengê kundên Bolşevîk dibihîzim. Ev yek zirarê dide esasên îmanê ya alema Îslamê, nexasim xort û ciwanan bêîman dike û bi xwe ve girê dide. Ez ê bi temamê xeyreta xwe bi wan re micadele bikim û bi izna Xwedê ez ê bi vê micadeleya xwe biçim hizûra Xwedê.”
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder