
Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Îro cardin însanên xwedî nasnameyên cuda yên ku ji parçeyên cuda yên axên erdnigarîya ummetê hatine li Diyarbekirê civîyane” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belê îsal cardin li vê meydana xweşik bernameyeke gelekî baş û xweş hat tertîpkirin. Xweda ji wan kesên ku tertîp kirine, fikirîne û keda wan heye razî be.Îro cil û berg, ziman, nasname û alên pasaportên wan însanên ku hatine vê derê dibe ku ji hev cuda be. Lê belê îro tiştekî ku me anîye bal hev heye; îro em wek însanên ku ji hêman Xwedayî bawer dikin, ummeta heman pêxemberî ne, berê xwe didin hêman qibleyê, hêman kitêbê dixwînin û cudahîyan danîne alîyekî cardin hatin bal hev. Ev yek tiştekî nîşanî me dide ku navnîşana me ya ku sûda me ya hevpar e, dê me bîne bal hev, kom bike û dê yekîtîya me tesîs bike diyar e. Al diyar e, zemîn diyar e. Îro cardin nîşan daye. Em mecbûr in ku vê zemîna hevpar qewî bikin û zêdetir derxin pêş û biratîya xwe qewî bikin.
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyet û girîngîya Diyarbekirê ya di nava alema Îslamê de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ziman û welatên însanên li vê derê ji hev cûda ye. Lê ev însan bo tiştekî hatin bal hev. Tiştê ku wan anî bal hev eşqa pêxember e. Wekî din ev tişt cihekî mîna Diyarbekirê çêbû ku qedr û qiymeteke ve ya sembolîk heye. Çi ye ew qedr û qiymeta sembolîk. Diyarbekir piştî Mekke, Medîne û Qudsê navendeke girîng a Îslamê ye.”
ÎLKHA
Yorumlar
Yorum Gönder