PKKyî yê ku di lîsteya gewr de bû hat kuştin

PKKyî yê ku di lîsteya gewr de bû hat kuştin
DIYARBEKIR-TSKyê îfade kir ku di operasyona ku li Diyarbekirê hat rastkirin de PKKyî yê ku dewletê 300 hezar lîre xelat ji bo serê wî diyar kiribû Rezzan Hezexê navê wî yê rast Mehmet Şîrîn Çakir hat kuştin. 

Di daxuyanîya ji teref TSKyê ve hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: “Hat tespîtkirin ku yek ji terorîstên ku di herekata asîmanî ya ku di 18ê Nîsanê de li Pasûra herêma Diyarbekirê hat kirin de hat berterefkirin Mehmet Şîrîn Çakirê bi nasnava Rezzan Hezex ê ku di lîsteya gewr de cî digire.”

Di 18ê Nîsanê de li sînorê deşta mezrikê li dijî PKKê operasyon hat rastkin û di vê operasyonê de 4 PKKyî hatin kuştin. 

Di daxuyanîyek din ya ku ji teref TSKyê ve hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: “Di operasyonên li bakûrê Iraqê/Hakûrkê hat rastkirin de 3 terorîst hatine berterefkirin. Piştî operasyon hatîye destpêkirin heta niha 105 terorîst hatin berterefkirin.”

ÎLKHA

Yorumlar